Ji ber lavên volkanê 400 hezar kes ji Gomayê hatin derxistin

Ji ber teqîna volkanê, 400 hezar kes ji bajarê Gomayê yê kamara Kongoyê hatin veguhastin.

Piştî civîna der barê çalakbûna çiyayê Nyîrangongoyê yê volkanî de, nêzî 80 hezar mal, anku 400 hezar kes bi lezgînî hatin veguhastin.

Li gorî agahiyan, kesên veguhastî, li deverên bê xizmetguzarî hatine bicihkirin.

Di dema veguhastinê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek zarokan malbatên xwe winda kirine.

Rayedarên Kongoyê diyar kir ku dibe ji nû ve lavên volkanê bilind bipijiqin.

Li gorî daneyên hikûmî, heya niha 32 kes ji ber volkanê mirin, navbera 900 û 2 hezar û 500 mal wêran bûne û 20 hezar sivîl bêmal mane.

Back to top button