Pentagonê duh ragihand ku dewleta Amerîka piştgiriya xwe ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê bidomînin û ji bowê kar bikin.
Berdevkê wezareta berevaniyê ya Amerîka Con Kîrbî duh ragihand ku hevdîtin di navbera wezîrê wezareta nav borî Lioyd Austin û hevkarê wî yê Israyîlê Benny Gantz de çêbû.
Con Kîrbî da zanîn ku rojeve sereke ya civîna herdu aliyan li ser mayîndekirina agirbesta navbera Israyîl û Filistînê û parastina ewlehiya Israyîlê bû ye.
Kîrbî teqez kir ku di civîna hatiye pêkanîn de teqîzî ji bo berdewamiya hevkariya hevbeşa a ji bo parastina herdû aliyan hatiye kirin.