LEYLA GUVEN NEMA KARE DERKEVE HEVDÎTINA PARÊZERAN

Parlementera HDP’ê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk 61 roj in di çalakiya gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.

Ji ber ku rewşa wê ya tendirûstiyê gelek xerab bûye, Guven êdî nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Ji 8’ê Mijdara sala 2018’an ve parlemetera HDP’ê li Zindana Amedê di çalakiya gireva birçîbûnê ya bê dem de ye..

Di roja 61’an a çalakiyê de, rewşa tendirûstiyê ya parlementer Guven derbasî qonaxa herî xeter bûye..

Li gorî agahiyên ku parêzerên wê parve kirine, pirsgirêkên mîna ketina tansiyonê, serêşî, bê halî û pirsgirêkên baş dîtinê xwe dane der…

Di van 10 rojên dawî de Leyla Guven tenê karîbû 3 caran parêzerên xwe bibîne û her carê jî hevdîtin gelek kurt pêk dihat..
4 roj in ji ber ku nikare rabe ser piyan, Leyla Guven nikare derkeve hevdîtina li gel parêzeran..

Leave a Reply

Back to top button