“Dewleta Tirk polîtîkayên taybet li hemberî jinan dimeşîne”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn û Hevseroka TEV-DEM’ê Hedle Hesen komkujiya Helincê şermezar kirin û dan zanîn ku bi sedan jin li ser xeta Zehra û Hebûnê têkoşînê didomînin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hedle Hesen, hedefgirtina jinên pêşeng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û salvegera Komkujiya Helincê de ev nirxandin kir.

Hedle Hesen destnîşan kir ku ewê xwedî li keda hevriyên xwe derkevin û şoreşa jin biserxînin.

“Bi sedan jin li ser xeta Zehra û Hebûnê têkoşînê didomînin”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn di salvegera 3’an a komkujiyan Helincê de axivî..

Macîde diyar kir ku şoreşa azadiyê bi pêşengiya jinên Kurd ji Kobanê dest pê kir.

Li Kobanê bi destê jinê DAIŞ têk çû.

Li vî bajarî xeyalê DAIŞ′ê û piştgirên wê têk çûn.

Macîde anî ziman jin di hemû qadên şoreşê de pêşengiyê dikin..

Ji ber vê yekê kîna dewleta Tirk a li dijî jinan gihiştiye lûtkeyê ..

Bila dewleta Tirk bizane şehadeta Zehra û Hebûnê bandor li sedan jinan kir ..

Li vir israra me ya jiyaneke birûmet û azad zêdetir dibe.

Back to top button