Salvegera 3. a Komkujiya Helincê

Jinên Rojava bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe re kirin bingeha jiyan û têkoşînê. Lewra her dem rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên…
23’ê Hezîrana 2020’an dewleta Tirk komkujiyek li gundê Helincê ê Kobanê pêk anî.
Wê demê Hebûn Mele Xelîl e, Zehra Berkel û Emîne Weysî şehîd bûn..
Niha di salvegera vê komkujiyê de carek din jinên pêşeng bûn hedef, lê Hedefgirtina jinan li şûna ku têkoşîna jinan lawaz bike, berovajî bi hêztir dike.

23’ê Hezîrana 2020’an, dewleta Tirk bi balafireke bê mirov êrîşî gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê kir û di encamê de 3 jinên pêşeng şehîd bûn

Komkujiya 23’ê Hezîranê wekî hedefgirtina xeta têkoşîna jinan bû.

Di komkujiyê Endama Rêveberiya Kongrsa Star Hebûn Mele Xelîl, Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel û xwediya malê jina welatparêz Emîne Weysî hatin şehîd xistin.

Hebûn Mele Xelîl şoreşgera welat û parêzvana nirxan bû

Hebûn Mele Xelîl bi navê rast Bediye Mele Xelîl, di 1981’ê de li gundê Helincê yê Kobanê di nava malbatek welatparêz de ji dayîk dibe.

Hebûn li ser bingehê naskirina rastiya gelê Kurd û Kurdistanê û bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan mezin dibe.

Piştî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an, berê xwe dide têkoşîna azadiya jin û gelên Kurdistanê.

Hebûn Kobanê ku xwe ji tevahî aliyên jiyanê ve pêş dixe, weke jineke şoreşger, pêşeng û fermandar kedeke mezin di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê û bi taybet jî di nava berxwedana Kobanê de dide.

Bi sekneke çalak, fedakar, rêxistinî û bi taybetmendiya xwe ya dilnizm cihê xwe di dilê tevahî ferdên civakê de çêdike.

Şehîd Zehra bîrdoziya Rêber Apo ji xwe re kir bingeha jiyan û têkoşînê

Têkoşer Zehra Berkel bîrdoziya Rêber Apo ji bo xwe kir bingeha jiyan û têkoşînê.

Zehra Berkel 33 salî bû, ji gundê Berxbotanê yê Kobanê di nava malbatek welatparêz de ji dayîk bû ye.

Ew bi hêz û vîneke xurt tevli şoreşê bû.

Ew kesayeteke têgihiştî, di zanabûna armanca xwede bû û li gorî wê bê navber têdikoşiya.

Emîne Weysî tovên hezkirina welat di dilê zarokên xwe de çand

Jineke ku bi welatparêzî, zanebûn, mêvanpewer û dilnizmiya xwe navdar dayê Emîne Weysî bû

Ji salên 90’î de mala xwe ji bo tevahî xebatên têkoşîna azadiya jin û Kurdistanê re vekirî bû.

Emîne Weysî zarokên xwe jî bi heman hişmendiyê mezin û perwerde dike.

Di rojên nêzî salvegera komkujiya Helincê 20 Hezîranê de dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de li nêzî gundê Til Şiîr komkujî pêk anî.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira wê Lêman Şiwêş û hevalên wan Firat Tuma şehîd bûn.

Back to top button