QSD: Di 24 saetan de 58 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî yê Berxwedana Rûmetê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku hêzên wan li dijî êrîşan parastina rewa kirine û di encamê de herî kêm 58 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê encama şer û berxwedana roja 23. eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gelek herêman carek din êrîş kirin û hewl dan qadên nû dagir bikin.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê;

Artêşa Tirk a dagirker û hêjmarek zêde ya çeteyên wê bi çekên êrîşî gundên Ing el-Hewa, Salihiyê, Ebdilselam, Mehmûdiyê, Qasimiyê, Hemdaniyê, Til el-Werd, Dirbo yên Zirgan û Til Temirê kirin.

Dagirkeran cihên sivîlan hedef girtin û xwestin pêş de biçin û herêmên nû dagir bikin.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersîv dan êrîşan û şerên giran rû da.

Di encama van şeran de herî kêm 58 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.

Her weha şervanên QSD’ê 10 wesaîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker jî teqandin.

Leave a Reply

Back to top button