3 Welatiyên din li Efrînê hatin revandin

Du welatî li Efrînê hatin revandin û yek jî dema ji Ezaz berê xwe dida Efrîn serwinda bû.
Her wiha çeteyan bi awayekî hovane êşkence li welatiyekî temen mezin kirin û mala cîranê wî talan kirin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bê navber dewam dike.

Hê jî revandin û êşkenceya dijî welatiyan didome, lê tu alî deng ji xwe nayne.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Feyleq El Şam 2 welatî ji gundê Burc Heyder ê Şêrawayê revandin.

Navên welatiyên hatine revandin Ehmed Xeyrî yê 25 salî û Selûm Selûm ê 30 salî

Efrîn POST jî da zanîn ku 15’ê vê mehê dema ku welatiyê Kurd Reşîd Mihemed ji xelkê Zerga ya Racoyê berê xwe ji Ezazê dide Efrîn winda dibe.

Malbata Reşîd Mihemed diyar kir ku ev zêdetirî hefteyekê ye tu agahî derbarê wê de tune ye.

Hêjayî gotinê ye ji dema dagirkirina Efrînê ve, welatî bi hêcetên bê bingeh têne revandin da ku li hember berdana wan fidye were dayîn.

Çeteyan êşkence li welatiyekî kir û mala cîranê wî talan kir

Li aliyê din zexta li ser Efrîniyên mayî jî ranaweste.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyên Sultan Mûrad êşkence li welatiyê Kurd Ehemd Seydo Bekir ê 65 salî kir.

Torê diyar kir ku Ehmed Bakir li ber mala cîranê xwe Hesen Tûsin bû da ku neyê talankirin.

Lê çete derbasî mala cîranê Ehmed dibin û êşkenceyê li Ehmed dikin û malê talan dikin.

Torê da xuyakirin ku di encama êşkenceya hovane ya çeteyan de Bekir ji hiş çû.

Çeteyan bi darê zorê pereyên Hec Fewzî jê standin

Li gundê Mîrgan ê Mebatayê jî, dema ku Hec Fewzî Ehmed diçê bazarê da ku qurbana cejnê bikire, çeteyên El Emşat wî disekinîn.

Li vir çete pereyên wî bi darê zorê jê distînin û nahêlin qurbanê bikire.

Rênas Ibrahîm ê 18 salî li Efrîn hate revandin

Back to top button