Dewleta Tirk çemê Dicleyê weke çek li dijî Iraqê bi kar tîne

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê ji bilî şerê çekê, şerê avê jî dimeşîne. Tirkiye bi avakirina bendavan, hemû qanûnên navdewletî yên avê binpê dike. Bendava Ilisu, Iraqê ber bi aloziyeke mezin û tîbûnê ve dibe, bajarê Heskîfê tune dibe û şêniyên wê jî koçber dibin.

Hemû cure-çek li dijî Kurdan tên bikaranîn.

Cîhan, niha ber bi şerê avê ve çûye û bi her awayî hewldanên kontrolkirina herêmên biav tên kirin.

Dewleta Tirk a dagirker jî, ji mêj ve şerê avê li dijî gelên herêmê dide meşandin, nemaze gelê Kurd. Vê yekê jî, bi avakirina bendavan li ser çemên Dicle û Feratê pêk tîne.

Dewleta Tirk, bi angaşta ku Dicle û Ferat, çemine Tirkî ne, bendavan li ser wan ava dike.

Serokkomarê Tirkiyê yê berê Kemal Mistefa Ataturk ji bo Kurdan bide koçberkirin û ava Iraq û Sûriyê kêm bike, sala 1983’yan bendava Ataturk li ser çemê Feratê ava kir.

Çemê Dicleyê jî yê navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyê, ji çiyayê Toros ê Tirkiyê der tê.

Digel Feratê li Iraqê digihîjin hev.

Li ser Dicle gelek bendav hatine avakirin. Hin ji wan, Kralkizi, Dicle û Cizre jî ya ku di plansaziya Tirkiyê de ye.

Herî dawî, dewleta Tirk û bi serpereştiya Erdogan, bendaveke din bi navê “Ilisu” bi heman armancê li ser Dicleyê ava kiriye.

Rêmana avakirina vê bendavê, sala 1954’an ji aliyê saziyeke pirspor a dewletê ve der hatiye. Sala 1997’an ketiye plansaziya Tirkiyê û 5 Tebaxa 2006’an, kevirê bingehîn jê re hatiye danîn.

Bendava Ilisu, bi mezinbûna xwe di rêza duyemîn de ye piştî Ataturk.

Li gundê Ilisu nêzî herêma Dragîcîtîn di navbera Mêrdîn û Sêrtê de û bi dûrahiya 65 km ji sînorê Iraqî-Sûrî hatiye avakirin.

Ev bendav, beşekî projeya geşedana aboriyê ya ku bi navê GAP‘ê tê naskirin e û ji 22 bendav û 19 stasyonên zayandina enerijiya hîdroelektrîkî pêk tê. Hemû jî, wê li ser Dicle û Feratê bên avakirin.

Dirêjahiya Ilisu 1820 metre.

Bilindahî 135 metre.

Panahî nêzî 2 km.

Mezinahiya hawizê wê 40.11 milyar metrekab.

Rûbera gola wê nêzî 300 kîlometedam e.

Navinciya hilberandina stasyona Ilisu digihîje 1200 Mêga Wat.

Enerijiya wê ya salane, di saetê de, digihîje 3830 Gêga Wat.

Tirkiye hem dixwaze di riya vê projeyê re hatiniyên petrolê kêm bike, hem jî ava rûberên çandiniyê yên mezin dabîn bike.

Dewleta Tirk her wiha dixwaze nêzî 80 hezar derfetên kar ji bêkaran re peyda bike, tevgera geştyariyê zêde bike û samana masiyane jî geş bike.

Erdogan diyar kiribû ku Enqere wê 19 Gulana 2020’an, yekê ji 6 torbînên bendavê bixebitîne, tevî ku ev yek Bexdayê bi metirsiya kêmbûna avê re rû bi rû dihêle.

Li gorî ajansa Ruetersê, Ilisu nêzî 80 hezar kes ji 199 gundan koçber kirine.

XETERIYA WÊ ÇI YE?

Bajarê dîrokî “Heskîf” ku temenê wî 12 hezar sal e, wê binav bibe, gelek hal û nexweşî li herêma bendavê belav bibin û rêjeya erdhejan jî zêde bibe.

Wê nêzî 696 hezar hiktar erdên çandiniyê yên Iraqê ji ava Dicleyê bêpar bimînin û nêzî 4 milyon donim ji 22 milyon doniman veguherin çolistan.

Ev yek, wê bandorê li dabînkirina ava vexwarin û geşkirina samana masiyane jî bike.

Ev proje her wiha wê Iraqê ber bi diyardeya çolbûn û zêdebûna bahozên xîzê ve bibe û çêregehên xwezayî û berhemên sewaldariyê jî, kêm bibin.

Di heman demê de, wê gelek cotkar ji ber kêmbûna hilberîna çandiniyê dev ji erdên xwe berdin û koçberî bajaran bibin.

Projeya Ilisu di heman demê de wê bandorê li stasyonên kehrebeyê yên bendava Mûsil û Samerayê jî bike ku nema dikarin kargeh û stasyonên avê tîmar bikin.

Niştecihên li derdora Dicleyê jî, wê êşa kêmbûna ava vexwarinê bikişînin û rêjeya zikçûn û jehrîketinê, zêde bibin.

Dewleta Tirk siyaseta qirêj a kontrolkirina avê didomîne.

Piştî bidawîkirina projeya Ilisu, berî dide avakirina bendava Cezre ya ku li başûrê Ilisu dikeve û 4 km dûrî bajarê Cezre ye.

Projeya Cezre jî, beşekî GAP’ê ye ku karîna stasyona wê ya hîdroelektrîkî, digihîje 240 Mêga Wat.

Li gorî pêşbîniyan, Cezre wê dawî li çemê Dicleyê bîne û Iraqê ber bi alozî û bobelateke mezin ve bibe.

Back to top button