Li Hewlêrê 7 kes bi Coronayê ketin

Vîrûsa Corona hîna di rojevê de ye û li Başûrê Kurdistanê hîna rewşên pêketinê tên tomarkirin. Li Hewlêrê herî dawî 7 kes bi vîrûsê ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di dewama têstên tên çêkirin de, diyar bû ku li Hewlêr 7 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 2 zarok, 3 jin û 2 jî mêr in.

Vîrûsa Corona..Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan, 32 kesên din bûn qurbanên vîrûsê

Lê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her çi qas rastî were nixumandin jî, lê ji jimarên mezin ên pêketî û qurbanan tê xuyakirin ku rewş li wir kambax e.

Di 24 saetên dawî de, hezar û 141 kesên din pê ketin û 32 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr jî eşkere kir ku di 24 saetên dawî de, li Îranê 58 kesên din jiyana xwe ji dest da û 2 hezar û 180 kesên din bi vîrûsê ketin.

Back to top button