NY: Koreya Bakur mafê mirovan binpê dike

NY bi mijara binpêkirinên mafê mirovan yên li Koreya Bakur civiya.
Di civîna li ser daxwaza DYA hate çêkirin de, hate gotin; “Bi armanca xurtkirina hêza leşkerî mafê mirovan tê binpêkirin.

Li ser daxwaza DYA’yê ku di meha Tebaxê de serokatiya Konseya Ewlekariyê dikir, ji 2017’an ve cara destpêkê civîna du saetî ya ji raya giştî re vekirî lidar xist.

Di civînê de rojeva sereke bi temamî li ser mafên mirovan a li Koreya Bakur bû.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê Volker Turk di Konseya Ewlekariyê ya NY’ê de axivî, qala binpêkirinên mafan kir û got:

“Piraniya van binpêkirinan, ji bo mezinbûna mîlîtarîzasyona Koreya Bakur e.”

Her wiha Konseya Ewlekariyê nûnerekî rêxistina sivîl ku ji Koreya Bakur reviyaye û malbata wî koçî Koreya Başûr kiriye, vexwend.

Îlhyeok Kîm metnek Îngilizî xwend û ku têde wiha tê gotin

“Tenê çekên nukleer pêş dixe û ji bo ku xwe heq derxîne, propagandaya xwe dike û hêza xwe diparêze.”

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li NY Linda Thomas-Greenfield jî qala bi binpêkirinên ku ji aliyê “nûnerê civaka sivîl” ve hatî rêzkirin, kir û wiha got:

“Binpêkirinên mafên mirovan ew qas tirsnak in ku nayên xeyalkirin.”

Koreya Bakur ji 2006’an ve rû bi rûyê pêkanînên navneteweyî dimîne.

Sala 2017’an ev pêkanîn sê caran hatin zêdekirin.

Back to top button