Xwezaya Bakurê Kurdistanê li ber qirkirinê ye

Ji ber talana dewleta Tirk xwezaya Bakurê Kurdistanê li ber qirkirinê ye û roj bi roj tune dibe.
Projeya nû a li ser qirkirin û talana dewleta qirker ve hate ragihandin û hate gotin:
Çêkirina bendava 10’emîn a li ser Çemê Dîcleyê ku dê ev bibe duyemîn santala herî mezin a HES’ê dikeve meriyetê
Li gel çêkirina bendavê dê Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê jî bi awayekî neyînî jê bandor bibin

Hikûmeta AKP’ê a qirker û faşîst di 21 salên desthilatdariya xwe de, bi hezaran qadên ekolojiyê yên Kurdistanê pêşkêşî şîrketên nêzî xwe kirin.

Yek ji deverên ku ji aliyê dewleta Tirk û hikûmeta wê ve bi salane tê qirkirin xwezaya Herêma Botanê ye.

Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Çelênimêja bênavber dar tên birîn, lêgerîna madenê, petrolê tê kirin û daristan bi awayekî kêfî tên şewitandin.

Şeniyên Gabarê: Tenê tifaqiya me dikare li vê talanê bide sekinandin

Şêniyên gundên li quntara Çiyayê Gabarê yê Şirnexê bertek nîşanî talanê dewletê didin û dibêjin:

“Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin.

Şeniyên gundên Gabarê bang dikin ku tenê tifaqî û yekdengiya me dikare vê talanê bide sekinandin.

Ji dewleta Tirk projeyek nû a talanê: Li ser çemê Dicleyê bendavek nû

Her wiha çemên li Kurdistanê jî ku çavkaniyên avê ne, herî zêde rastî vê talanê tên.

Yek ji van jî Çemê Dîcleyê ye.

Niha jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ser Çemê Dîcleyê tê xwestin ku bendav bê çêkirin.

Parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê Arslan Tatar li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal xebera nebixêr ragihand û got:

Îhaleya bendavê kete meriyetê. Armanc tê kirin ku di nava 3 salan de biqedinîn.

Bendav wê bibe duyemîn santrala herî mezin a HES’ê

Bendav wê bi bilindahiya xwe 40 metre û qebareya depokirina avê 381 milyon metrekup be.

Ev bendav wê bibe duyemîn Santrala Hîdroelektîrkê (HES) a herî mezin ku li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin.

Bi çekirina bendavê rê dê gelek cureyên di çem de tune bibin

Li ser Çemê Dîcleyê heta niha 9 bendav hatine çêkirin.

Bi çêkirina bendavê re gelek cureyên bûneweran ên di çem de, bi tunebûnê re rû bi rû ne.

Ji bendavê wê Başûrê Kurdistanê û Iraq jî neyînî bandor bibin

Bi çêbûna bendavê re, wê başûrê Kurdistan û Iraq bi awayekî neyînî ji vê rewşê bandor bibin.

Serokê Lijneya Çavkaniyên Avê ya Parlamentoya Iraqê Samir Muxif Cibûrî beriya niha diyar kiribû ku heke bendav bê çêkirin dê Iraq ji ava Çemê Dîcleyê bêpar bimîne.

Iraq: Bendav rasterast li ser Iraqê metirsiyek e

Cibûrî got:

“Ev bendav bendava avdanê ye.

Piştî ku hat xelaskirin wê ava çem biqede û av negihê Iraqê.

Ev rasterast li ser Iraqê metirsiyek e.

Back to top button