HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya gêrîlayekî şehîd eşkere kir û got:
“Hevrêyê me Ûlaş ku bû milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt û şehîd bû.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gêrîlayek şehîd eşkere kir.
HPG’ê diyar kir hevrê Ûlaş Pîr ku zivistana 2010’an li qada Cîlo gava bi erka xwe radibû, ji ber mij û berfa zêde di meşa şevê de ji koma xwe qut bû û şehîd bû.
HPG: Hevrêyê me Ûlaş bû milîtanekî fedayî
Di daxuyaniyê de wiha qala têkoşeriya şehîd Ûlaş hate kirin:
“Hevrêyê me ku felsefeya Rêber Apo nas kir û tevlîbûneke îdeolojîk li partiya me PKK’ê kir, tercîha xwe li aliyê azadiyê danî.
Bi kesayetiya xwe ya xurt û tevlîbûna xwe ya durust bû milîtanekî fedayî.”
HPG’ê diyar kir ku şehîd Ûlaş bi têkoşîna xwe bû dilsozê rastiya Rêber Apo, şehîdan û got:
“Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Ûlaş Pîr em sersaxiyê ji tevahiya xelkê me yê Koçgirî yê welatparêz re dixwazin.
Her wiha diyar dikin ku em ê armanc û hesreta şehîdên xwe bi cih bînin.”
Agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd bi vî rengî ye:
Nasnav: Ûlaş Pîr
Nav paşnav: Emre Saçli
Cihê jidayikbûnê: Enqere
Dayik: Cemîle Hasan
Bav: Gazî
Dem û cihê şehadetê: 2010 / Cîlo