Li Qamşlo 33 partiyên siyasî li dijî êrişan daxuyanî dan

33 partiyên kurd û erebî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke hevpar dan û bang li gelê Sûriyê kirin ku li dijî êrişan bibin yek.

Partiyan êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê şermezar kirin û wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk hewl dide hin deverên din dagir bike”

“Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze hin deverên din ên Sûrî dagir bike û gel bide koçberkirin .

Dewleta Tirk binesaziya herêmê kir hedef û ev yek bandorên neyînî bi xwere tîne.

Armanc têkbirina perojeya Rêveberiya Xweser e. Em vê siyaseta Tirkiyê bi tu awayî qebûl nakin.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên cîhanî li hember êrişan hat şermezar kirin û wiha dewam kirin:

“Dewleta Tirk pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi projeya Rêveberiya Xweser ve girê dide.

Vê siyaseta dijminahiyê ya Enqerê ji bo gelên Sûriye û Tirkiyê bûye bela.

Wekî partiyên siyasî em timî piştgirî didin aştiya navxweyî a li Sûriyeyê û welatên cîran.”

“Divê gelên herêmê li hember êrişan yekîtiya xwe xurt bikin”

Partiyan bang li gelê Sûriyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişan yekitiya xwe xurt bikin.

Dagirkeriya Tirk bi dehan stasyonê avê, kehrebe û petrolê kir armanc

Back to top button