Mihemed Yûnis El-Minfî weke serokê Meclisa Serokatiyê hat hilbijaritin

Foruma Danûstandinên Siyasî yên Lîbyayê a li bajarê Cinêvê ya Swîsreyê, di roja 5’an a civînê de encamên civînê eşkere kir.

Nûnera Netewên Yekbûyî ji bo Lîbyayê, Stephanie Williams, ragihand ku Mihemed Yûnis El-Minfî weke serokê Meclisa Serokatiyê û Ebidulhemîd Debîbe weke serokwezîr hatin hilbijaritin.

Stephanie Williams têkildarî encamên hilbijartinan got ku wê civaka navnetewî piştgiriyê bide van encaman û kesên serketin wê di bin çavdêriyê de bin.

Williams anî ziman ku divê hikûmeta Lîbyayê ya nû di nava 21 rojan de baweriyê ji parlamanê bigire.

Bang li hikûmeta Lîbî ya nû hat kirin ku edaleta civakî li welêt pêk bîne.

Derbarê pêkanîna hilbijartinên giştî ku di dawiya salê de wê pêk werin, banga li hikûmeta hilbijartî hat kirin ku li gorî wê tevbigere.

Nûnera Netewên Yekbûyî a Lîbyayê, Stephanie Williams got ku divê hikûmeta nû li gorî tifaqa agirbestê û derxistina çeteyên biyanî ji welêt tevbigere.

Back to top button