Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin, emê hesab bipirsin

Îro doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş bi hinceta “heqaret” li Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman kiriye, pêk hat.

Selahadîn Demîrtaş, li Girtîgeha Edîrneyê bi rêya pergala bideng û dîmen tevlî rûniştînê bû.

Demîrtaş, têkildarî gotinên xwe yên ku pê tê sûcdarkirin diyar kir ku gotinên ku pê tê sûcdarkirin gotinên wî yên dadgehê yên parastinê ne.

Demîrtaş biryara DMME’yê bibîrxist û diyar kir ku girtina hevserokên giştî û parlamenterên HDP’ê darbeya siyasî ye. Bi awayekî vekirî qanûnên heyî jî hatiye binpêkirin.

Di berdewama parastina xwe de Demîrtaş bal kişand ser têkiliyên di navbera dozger Yuksel Kocaman û AKP’ê de û got.

“Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman AKP’yî ye, wêneyê wî bi AKP’î yan re heye. Darbe li siyasetê hatiye kirin. Me mudaxaleya bi destê darazê li vîna gel qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Divê li pêşberê hiqûqê hesab ji endamên darazê bê pirsin. Kesên ku dixwazin me bi tepisînin û parêzerên me bitirsînin şaş difikirin.”

Back to top button