Dewleta Tirk gund, bajar û navçeyên Rojava topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane bê ket û ber êrişî herêmên rojava dike. Ji doh bi şev heta van kêliyan jî gundên Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Til Temir, Hesekê, Kobanê, Minbic, şehba û Efrînê bi dijwarî ji aliyê dagirkeriya Trik ve hatin topbaran kirin û heta amadekirina vê nûçeyê jî topbaran berdewame. 

Dewleta Tirk a dagirker bê navber herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bombebaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek cihekî petrolê yê li rojhilatê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

Beriya wê jî cihên din ên petrolê yên girêdayî zeviyê El Ude yê navçeya Tirbespiyê hatibûn hedefgirtin.

Her wiha gundê Dugir ê navçeya Tirbespiyê jî dan ber topan.

Dagirkeran gundê Ehrezê yê girêdayî Şehbayê û gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Kêf û Şorik ên Amûdê jî topbaran kirin.

Heta niha 3 rokêt li her du gundan ketine.

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bajarê Kobanê, gundên Sêlim, Aşmê û Kor Elî yên rojavayê Kobanê û gundê Qeremox ê rojhilatê bajêr topbaran kirin.

Îro saet derdora 15:00`an de dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî gundê Tatmereş ê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî kir.

Ji dîmen û agahiyên hatine wergirtin, diyar bû ku dewleta Tirk a dagirker bombeyên fosforê di topbarana li ser gund de bi kar anîne.

Bombeyên fosforê li asta navneteweyî hatine qedexekirin.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker van bombeyan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Her wiha dagirkeran gundê Herem Şêxo yê rojavayê bajarê Qamişlo, gundê Til Zîwan ê rojhilatê bajêr bi hewanan topbaran kir.

Li gor agahiyan topek li nêzî stasyona sotemeniyê ya gundê Hîmo yê rojavayê Qamişlo ketiye.

Dewleta Tirk li gundên Til Emîr, Kesra Esediyê, Bobî, Dada Ebdal û Xidrawî yên bakurê navçeya Zirgan topbaran kir.

Dagirkera gundê Um Eşbe yê başûrê navçeyê bi çekên giran topbaran kir.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker gundê Um El Xêr ê navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran kir.

Her wiha gundên Til Tawîl û Um El Xêr ên navçeya Til Temirê jî hatin topbaran kirin.

Dagirkeran li dijî gundê Şêx Îsa û navçeya Til Rifet ên Şehbayê êrişên dijwar pêk anîn.

Back to top button