Artêşa Îsraîlê êrişî Şamê kir

Êrişên Îsraîlê li dijî xaka Sûriyê didomin.
Artêşa Îsraîlê di nava rojê de, 2 caran êrişî Şamê kir.
Di armanca êrişan de, xal û depoyên çekan yên çekdarên girêdayî Îranê hebûn.
Li çolistana Dêrazorê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê bihinceta hebûna Hizbullaha Libnanî û komên çekdar yên girêdayî Îranê êrişên xwe yên li dijî Sûriyê berfireh dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê di nava rojê de 2 caran êrişî Şamê kir.

Israîlê xalên çekdarên Îranê li Şamê kirin armanc

Arêtşa Îsraîlê di seatên pişt nîvro de, li dijî navendên Hizbullahê yên li nêzî balafirgeha Naventeweyî ya Şamê 4 êrişên hewayî pêk anî.

Di seatên berbangê de jî Îsraîlê êrişî gundewarê Şamê kir.

Noqte û depoyên çekdarên Îranê yên li herêma navbera Miedamiyet El Qelemon û El Qitêfa yên li derdora Şamê bûn armanca êrişan.

Tevç pargala Parastina Hewayî ya Hikumeta Şamê hewl da bersiva êrişî bide, lê rê li ber êrişê negirt.

Tê gotin di êrişê de kuştî û birîndar hene.

Artêşa hikumeta Şamê jî li ser êrişan daxuyand ku wan moşekek bêbandor kirine.

Her wiha ragihand ku di êrişê de tenê ziyanên madî pêk hatine.

Li Dêrazorê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê 2 leşkerên hikumetê hatin kuştin

Li aliyê çolistana Sûriyê jî, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde dibe.

Li çolistan Cebel El-Beşerî ya li parêzgeha Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê êrişî xalên hêzên hikumetê kirin.

Li gorî çavdêriya Sûrî, di encama êrişê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Back to top button