Ji ber şewata li eyaleta Colorado ya DYA 513 milyon dolar ziyan çêbû

Şewata daristanê ya li eyaleta Colorado ya DYA ziyaneke mezin li herêmê kir. Ji ber şewatê 513 milyon dolar ziyan li herêmê bû, nêzî hezar û 100 avahî jî wêran bûn.

Di nava 2021’an de yek ji welatên ku herî zêde, şewat lê pêk hatî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bû.

Ziyanên ji ber şewatê jî her ku diçe girantir dibe.

Piştî lêkolînên ziyanên derketî ku li herêmên Boulder County ya eyaleta Colorado bi dawî bû, berpirsan dest bi ya li herêma Denver û Boulder kirin.

Berpirsan di dawiya lêkolînên xwe de texmînên despêkê yên ziyana derketî eşkere kirin.

Berpirsan got, şewatê herî kêm 513 milyon dolar zirar kiriye û nêzî 1,100 xanî û avahî hilweşiyane.

Berpirsên wîlayeta Boulder gotin, jimara giştî hilweşîna xaniya ne.

Ziyana herî mezin li bajarên Louisville û Superior û derdora wê hat tomarkirin.

Lêkolîner hîn jî hewl didin ku diyar bikin ka çi bûye sedema şewata daristanê ya ku bû sedema bi hezaran kes ji malên xwe derbikevin û berê xwe bidin herêmên bi ewle.

Pispor dibêjin, ji ber guherîna avhewayê wê bûyerên bi vî rengî zêdetir bibin.

Şewata bi navê Marshall ku 30’ê Kanûnê, li eyaleta Boulderê dest pê kir, bi bandora bayê ku di saetê de 169 kîlometroyan lez pêşdikeve belav bû.

Ev yek jî bo sedema ku di demek kin de, gefê li cihên rûniştinê bixwe.

Di şewata herî mezin a dîroka eyaletê de, li bajarên Louisville û Superîorê nêzî 34 hezar kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Şewata ku li qadeke bi qasî 2 hezar û 500 hektarî bi bandor bû, piştî sê rojan bi barîna berfê bi dawî bû.

Hat diyarkirin ku di xebatên rizgarkirina kesên ku piştî şewatê winda bûne de, hestiyên cenazeyan hatin dîtin.

Hîna jî 2 kes winda ne.

Back to top button