Sûdan..ji 25’ê Cotmehê ve 60 xwepêşandêr hatine kuştin

Li Sûdanê her roja derbas dibe encama darbeya leşkerî ya li Sûdanê giran dibe. Di xwepêşandanên bêtirî 2 mehan de, jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 60’an. Li welat rewşa aloz didome.

Doh 3 kesên din di xwepêşandanên ku li bajarên cuda yên li Sûdanê hatin lidarxistin de hatin kuştin.

Bi van re, jimara xwepêşandêrên ku ji roja pêkanîna darbeya leşkerî ya Cotmeha 2022’an û heta niha gihişt 60’an.

Di daxuyaniya Komîteya Bijîşkan a Navendî ya Sûdanê de, hat ragihandin ku di xwepêşandanên Bahrî û Omdurmanê de herî dawî 3 xwepêşandêr hatine kuştin.

Komîteyê diyar kir ku ev kes ji serî, sing û piştê ve hatibûn armanckirin.

25’ê Cotmehê li Sûdanê artêşê bi Fermandariya Abdulfeteh Burhan darbe pêk anî.

Herçiqasî 21’ê Mijdarê Burhan û Serokwezîrê ji kar hatî girtin Ebdula Hemduk peymanek îmzekiribe jî lê dawî li xwepênandanan nehat.

Herî dawî Hemduk jî îstifaya xwe ragihand.

Lê hîna jî li welat xwepêşandanên li dijî darbeyê dewam dikin.

Back to top button