Semîh Şiqêr: Ev helwest avakirina pêşeroja Sûriyê ye

Hunermendê sûriyeyî yê muxalif Semîh Şiqêr têkîldarî beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û amadebûna wê ku penbarên sûriyeyî yê şo Lubnanê pêşwazî bike, nivîseke belav kir Semîh Şiqêr destnîşan kir ku ev helwesta wê, çareseriyekê misgor dike ku hikumeta Şamê, Lubnan û heta NY`yê nekarî peyda bikin.

Helbestvan û mûzîkjen ê sûriyeyî yê muxalif Semîh Şiqêr li ser hesabê xwe yê derbarê beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û amadebûna wê ku penaberan pêşwazî bike, nivîsek belav kir.

“Rêveberiya Xweser çareseriyeke misgor dike ku rejîm, Lubnan û NY`yê nekarîn peyda bikin”

Şiqêr destnîşan kir ku wî îro zanî ku Rêveberiya Xweser, deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina penaberên sûriyeyî vekirine:

Her wiha bang li rêxistinên NY`yê kiriye ku alîkariya wê bikin da ku şert û mercên pêwîst ji penaberan re amade bikin.

Şiqêr beyannameya Rêveberiya Xweser silav kir û got: “Rêveberiya Xweser Çareseriyeke misoger dike ku rejîm, Lubnan û NY`yê nekarîn peyda bikin.

Ev çareserî pêla tundiyê li hember sûriyeyiyên li Lubnanê radiwestîne.

Ji ber ku em dixwazin têkiliyên baş û xwezayî bi xwişk û birayên xwe yên Lubnanî re biparêzin, ez difikirim ku ji bo her kesî ev agahiyeke baş e.”

Şiqêr helwesta Rêveberiya Xweser a li hember penaberan, silav kir û wiha got: “Ev helwest, zemînekê ji bo hevkariyeke mezintir û kûrtir bi hemû sûriyeyiyan re ava dike.

Ew bi xwe re, yekitiya çarenûsê û avakirina pêşeroja Sûriyeyê di dewleta hemwelatîbûn û demokrasiyê de disepîne.”

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Bedran Çiya Kurd li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser destnîşan kiribû ku Rêveberiya Xweser amade ye penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwazî bike.

Back to top button