Dewleta Tirk li bajarê Colemêrgê 12 endamên KCD’ê girtin

Dewleta Tirk a dagirker 12 kesên ku beriya niha binçavkiribû, biryara girtina wan da.

13 kesên ku berî demekê di çarçoveya lêpirsînekê derbarê KCD’ê de li navenda Colemêrg û navçeyên wê Çelê, Şemzînan, Geverê hatibûn binçavkirin, ji wan 12 kes hatin girtin.

Dozgeriya Bajarê Colemêrgê ji van, tenê kesê bi navê Hêvîdar Ertûn berda.

Her 12 kesên girtî ji bo Girtîgeha Colemêrgê hatin şandin.

Beriya 2 rojan jî dewleta dagirker li navçeyên Sîlopya û Cizîrê yên Şernexê 5 kes girtibûn.

Back to top button