Edogan: Eger pêwîst bike em ê piştgirya leşkerî ji bo hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê zêde bikin

Dewleta Tirk dîsan piştevaniya xwe ya leşkerî pêşkêşî hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê kir.

 

Serokê Tirkiyê Erdogan duh ragihand, eger pêwîst bike, welatê wî dê piştevaniya leşkerî pêşkêşî hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê bike.

Erdogan diyar kir ku ji bo vê jî, Enqere dê bijarteyên bejahî, deryayî û asmanî lêkolîn bike.

Erdogan bi bîr xist ku Tirkiyê di dema dawî de, piştevaniyeke “pir zêde” pêşkêşî hikumeta Wîfaqê kir û got:

Tirkiye, dewleta Lîbya bi “jiyana xwe” feda dike.

Ji bo peymana deryayî ya di navbera Tirkiye û Lîbyayê de jî, Erdogan anî ziman ku ti kes nikare wan dûrî deravên wan bixe û berjewendiyên wan yên aborî bidize.

 

Leave a Reply

Back to top button