Ilham Ehmed: Em helwesta rêxistina tenduristiyê ya cîhanî, rexne kir

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed Rêxsitina Tenduistiyê ya Cîhanî rexne kir “ji ber ku di vê rewşê de û li gel belavbûna vîrûsa Coronayê, desteka tenduristî ji herêmê re pêşkêş nekiriye”. Ilham diyar kir ku hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re ne alîkar e û eger vîrûs li herêmê belav bibe, ew ê vê berpirsyartiyê rake. 

Rêxsitina Tenduistiyê ya Cîhanî (WHO), ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Corona li Bakur û Rojhilatê Sûrî, desteka tenduristî ya pêwîst, pêşkêş nake.

Ji lew ra, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed, helwesta Rêxsitina Tenduistiyê ya Cîhanî rexne kir.

Ilham Ehmed mixabiniya xwe anî ziman, ku “herêmên Rêveberiya Xweser ji tavahî cureyên desteka mirovî bê par in, rêxsitin tenê alavên tendurstiyê ji hikumeta Şamê û herêmê komên din re pêşkêş kirine”.

Ilham ev nêzîkatî weke biryareke siyasî û paşguhkirina rewşên mirovî bi nav kir û destnîşan kir ku “divê NY û WHO li biryarên xwe vegerin û li gorî erka xwe tev bigerin”.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê diyar kir ku “eger vîrûs li herêmê belav bû, wê bibe sedema karesateke mezin”.

Iham her wiha got, “Divê Koalîsyona Navneteweyî bilez derfetên pêwîst ji herêmê re pêşkêş bike, herî kêm cîhazê PRC”.

Ilham Ehmed: Divê hikumeta Şamê, bi berpirsyartî tev bigere

Ilham Ehmed bal kişand ser hebûna leşkerên Rûsya li herêmê û egeriya belavbûna vîrûsê û got:

Hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re ji bo pêşgirtin vîrûsê hevkariyê nake, eger vîrûs li herêmê belav bibe, wê berpirsyarî ya hikumeta Şamê be.

Ilham Ehmed: Divê sînorek ji dewleta Tirk re bê danîn

Ilham îşaret bi êrîşên dewleta Tirk û şandina nexweşên bi vîrûsê ber bi herêmên dagirkirî kir û ew weke cureyeke şer bi nav kir.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê bang li raya giştî û aliyên têkildar kir ku sînorekî ji kirinên Tirkiyê yên xeternak re deyîne.

Back to top button