Komîteya Tenduristiyê û Komîteya Pêjiyaniyê li navçeya Şedadê, miqdarek dermanên demborî girtin û şewitandin.
Herdu komîteyan dest bi gerên li ser dermanxaneyan kir û miqdareke mezin a dermanên demborî girtin.
Ev derman, di 3 dermanxaneyan de hatin girtin.
Ew jî, şîrê zarokan, derzî, dermanên birînan û yê serêşê bûn.
Ji rêveberên Komîteya Tenduristiyê Salih El-Elî diyar kir ku “wan hemû dermanên demborî desteser kirin û hişyarî dan dermanfiroşan ku ev yek dubare nebe”.
Tê zanîn, gelek dermanxane li gundewarên navçeya Şedadê hene û Komîteya Tenduristiyê, çavdêriya wan dike.