Di 24 saetên dawî de, ti rewş li Başûrê Kurdistanê nehatiye tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên dawî de, hezar û 792 test pêk hatin, di encamê de ti rewşên Coronayê nehatin dîtin. 

Her wiha li Hewlêrê 22, li Silêmaniyê jî 5, bi giştî 27 kes ji vîrûsê rehet bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ragihand ku, li Iraqê di 24 saetên dawî de 26 kes bi vîrûsa Coronayê ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Wezaretê, 77 kes jî rehet bûne.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê heta niha hezar û 378 kes bi Coronayê ketine, 77 kesan jiyana xwe ji dest daye û 717 kes jî baş bûne.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, li gorî bîlançoya fermî ya hikumetê, heya niha 79 hezar û 303 kes nexweş in, ji wan 4 hezar û 585 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button