Ji bo agirê Newrozê li Efrînê neyê dadan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera sivîlek êşkence kir.
Rêxisitina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir çeteyan şêniyê bi navê Reşîd Sîdo yê ji gundê Meydankê yê navçeya Şera
êşkence kir.
Li gorî rêxisitinê, ji ber Reşîd agirê Newrozê li pêşiya mala xwe dada, çeteyan ew bi giranî êşkence kirin.
Ji tirsa sûcên dagireran 3 sale agirê Newrozê li ser çiyayên Efrînê nehatiye dadan
Li aliyekî din, Malpera Afrinpost diyar kir ku ji ber tirsa ku dagirkeran xistiye nav şêniyan, 3 sale li bajarê Efînê û navçeyên wê agirî Newrozê nehat dadan.
her weha hin şêniyan hewl dan, agirê Newrozê li ser Çiyayê Hawar û derdora çiyayên gundên Dîkê û Çobana yên navçeya Raco dadin, lê çeteyan bi lez van agiran, vemirandin.