Dagirkeriya Tirk bi dehan stasyonê avê, kehrebe û petrolê kir armanc

Dewleta tirk a dagirker ji doh ve êrişên xwe li ser hermê didomîne.
Taybet jî di van êrişan de kargeh, stasyonê av, kehrebe û petrolê hate armanckirin
di encam êrişên dagirkeriyê de bi zêdeyî 10 welatî birîndar û şehîd bûne,
Nîha li gelek navçeyên heremê kehrebe nîne

Li ser êrişên dagirkeriya Tirkiyê re 24 saet derbas bû.

Dewleta tirk a dagirker di van êrişan de bi dehan bingehê jiyanê weke stasyona avê, kehrebe, gaz; petrolê û kargeh kir armanc.

Di êrişa li ser Tirbespiyê de welatiyek şehîd bû

Artêşa qirker doh êvarê gundê Gir dahol, Heqil El Oda, stasyona Neftê ya Seîde, û Zarbe yê navçeyê bombebaran kirin.

Di encama vê êrişê de welatiyek şehîd bû.

Îstasyona kehrebê ya çilaxa bi dehan caran hat bombebarankirin.

Di encama bombebarana ser îstasyonê de gelek navçe kehrebe qut bûye.

Di êrişa li ser Dêrikê de 5 welatî birîndar bûn

Balafira şer a dewleta Tirk gelemperî xeta Xanaserê ya girêdayî Dêrikê, sêgirka ya Girkêlegê û Çilaxa gelek caran bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de 5 welatî birîndar bûn, kehrebeyê li ser bajarên Dêrikê, Çilaxa, Girkêlegê, Rimêlan hatin qutkirin.

Balafirên dewleta Tirk rojhilatê Qamişlo bombebaran kir-HAT NÛKIRIN

Back to top button