Li Meksîkayê di zikê jineke 84 salî de cenîna 40 salî hat dîtin

Li Meksîkayê jineke 84 salî ji ber êşa zêde ya zik rakirin nexweşxaneyê.
Lê bûyera ku li wir qewimî bijîşkên heyî matmayî kir.
Hate tespîtkirinê ku di zikê wê de cenîna 40 salî heye.
Bijîşkên herêmê eşkere kirin ku hilgirtina cenînê, wê li ser li ser jiyan jina Brezîlî metirsî çêbike.

Li parêzgeha Durango a Meksîkayê êşa jineke 84 salî kete rojeva cîhanê.

Jina ku ji ber êşa zêde ya zik rakirin nexweşxaneyê bijîşkên welêt matmayî kir.

Hate tespîtkirinê ku di zikê wê de cenîna 40 salî heye.

Di tibê de carna hin tişt rû didin ku mirov matmayî dimîne.

Yek ji wan jî ev bûyere ku hatiye serê jina 84 salî.

Hate hînbûn ku di rahima jinkê de cenînek 40 salî hatiye dîtin.

Di rewşên xwezayî de dema pitik di rehima dayîkê de jiyana xwe ji dest dide di demek nêz de êşeke giran di laş de pêktê.

Heta ev yek heta jehirbûna dayîkê jî çêdike.

Lê di şexsê wê jina Meksîkî de berovajî wê rû da ye.

Bandora cenîna 40 salan nû bi nû bi êşên zik xwe nîşan dide.

Di dema rakirina nexweşxaneyê de hebûna cenîna 40 salî herkes matmayî kir.

Bijîşk nikarin emelîyat bikin û derxin

Lê ji wê ecêbtir ev e ku bijîşk dibêjin ew nikarin emeliyat bikin û derxin.

Li ser buyera mucizevî lêkolîn hatin kirin û tespît kirin ku cenîn heta 40 hefteyan xwe pêşxistiye.

Ji ber ku cenîn hinek derveyî rahîm de bûye pêşketina wê sekiniye.

Jina ji Brezîlya 40 sal bi cenîn re jiyan kiriye lê heta wê rojê jî êşên wê, yan bandora wê li ser xwe hîs nekiriye.

Bijîşkên herêmê hilgirtina cenînê, wek metirsiyek li ser jiyana jina Brezîlî eşkere kirin û gotin yê mûdaxaleyek neyê kirin.

Tib rûdanê wiha weke Litopedion bi nav dikin.

Di nava civakê de jî ev yek weke pitika kevir tê zanîn.

Ev yek dema pitik hêj di rahîmê de jiyana xwe winda dikin û nikare derkeve derveyî bedena dayîkê rû dide.

Back to top button