Li Biradostê wesayîtek hate teqandin, 10 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Bradostê wesayîtek leşkerî ya artêşa Tirk hate teqandin û herî kêm 10 leşker hatin kuştin. Leşkerên tirk yên dagirker jî li gundê Şapanî ya Biradostê êrîşî gel kir û kesek birîndar bû.

Artêşa tirk a dagirker ku dixwaza xaka başûrê kurdistanê bi tevahî dagir bike, rastî berxwedana gerîla hatiye.

Artêşa tirk li herêma Biradostê derbên xurt ji gerîla xwarin.

Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê li gorî agahiya xwe ya spartî çavkaniyek xwe yê pêbawer ragihand ku gerîlayan li dijî wesayîteke dagirkeriya dewleta tirk çalakiyek pêk anîne.

Di encamê de, wesayît hatiye teqandin û herî kêm 10 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin.

Heman çavkaniyan ragihandin ku leşkeran bi helîkopteran cenazeyên xwe rakirine.

Heta niha li ser çalakiyê HPG’ê ti daxuyaniyek fermî ne daye.

Her wiha tê gotin, leşkerên dewleta tirk a dagirker li gundê Şapanî ya Biradostê bi ser xelkê herêmê re gule berdane.

Li gorî agahiyan di encama êrişa lekerên Tirk de, welatiyek birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya Mêrgesorê.

Back to top button