Newroz Uysal: Divê dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin

Dewleta Tirk a faşîst bi girankirina tecrîda li dijî rêber APO dixwaze gel bê îrade bihêle, ev tecrîd jî li pêşiya çavên cîhanê tê kirin û tu kes dengê xwe nake. Parêzer jî dibêjin, ji bo şikandina tecrîda girankirî berpirsyarî dikeve ser milê herkesî û bang li CPT kirin ku pewira xwe bi cih bîne.

Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin.

Ji 25’ê Adara 2021’ê de 27 meh in agahî ji rêber APO nayê girtin.

Hemû serlêdanên ji bo hevdîtina Îmraliyê tên kirin jî bê bersiv tên hiştin.

Hevdîtin bi hinceta cezayên dîsîplînê tên qedexekirin.

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan û parlamentera partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan ji aliyê hiqûqî û siyasî ve tecrîda girankirî nirxand.

Parêzer Newroz Ûysal got:

Tecrîdê Ne tenê ji aliyê hiqûqî, di heman demê de di qada siyasî, çandî û ziman de jî bandora neyînî li ser mirovan kiriye.

Ji roja ku Birêz Abdullah Ocalan anîne Tirkiyê heta roja me ya îro pergalek hate dizayn kirin û bi vî awayî ev pergale dane meşandin.

Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê rasterast girêdayî bandor û hêza birêz Ocalan a li ser pirsgirêka kurd e.

Ji ber vê neçarin rola Birêz Ocalan qebûl bikin.

Newroz bi lêv kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî berpirsyarî dikeve ser milê herkesî û wiha anî ziman:

Divê li dijî tecrîdê xeta têkoşînê bê rêxistinkirin.

Ji bo şikandina tecrîda girankirî divê li her qadê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin.

Parêzer Mîrîam Fîedîng: Divê CPT peywira xwe bi cih bîne

Derbarê mijarê de, Endama Delegaasyona Girtîgehan a 2023’an parêzer Mîrîam Fîedîng nirxandin kir.

Mîrîam da zanîn ku di 10 salên dawî de ji aliyê desthilatdariyê ve bi tedbîrên hatine girtin pergala darazê zirarek mezin dîtiye û got:

Li dijî gelan şer hatiye destpêkirin û gel ji mafên demokratîk bêpar hatiye hiştin.

Her wiha li dijî muxalefetê pêla operasyon û girtinê pêk hat.

Tecrîdê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye.

Mafê girtiyan tune tên hesibandin. Girtî di grevên birçîbûnê de dimrin.

Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin.

Divê CPT raporan aşkera bike û peywira xwe bi cih bîne.

Back to top button