Di encama êriş DAIŞ’ê de 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî êrişî hêzên hikumeta Şamê kirin di encamê de 3 leşker hatin kuştin. Di topbaran hêzên hikûmeta Şamê ya li Idlibê de 4 çete hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, çeteyên DAIŞ’ê li herêma 55 ya li çolistana Sûrî êrişî erebeyek hêzên hikûmeta Şamê kirin.

Hate ragihandin ku di encama êrişê de 3 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Di encama êrişa hêzên hikûmeta Şamê de li Idlibê 4 çete hatin kuştin

Çavdêriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê di seatên berbangê de bi çekên giran herêmên derdora Seraqib ya li Idlibê topbaran kir.

Hate ragihandIn ku di encama êrişên hêzên hikûmetê de 4 çete hatin kuştin.

Hêzên hikûmetê herêmên Benîn, Filêfil, Sifûhin û El-Fetîra yên li rojavayî bajêr jî, topbaran kirin.

Back to top button