Senatorekî Emerîkî rexneyên tûj li Tirkiyê kir û diyar kir ku Erdogan li Sûriyê li dijî Kurdan hemleya qirkirina nijadî daye destpêkirin.
Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Kongreya Emerîkayê Eliot Engel diyar kir ku Erdogan hemleya qirkirina nijadî û xwînrijandinê li dijî Kurdên Sûriyê daye destpêkirin û penaberên Ereb û Tirkmen li şûna Kurdan li bakurê Sûrî bi cih dike.
Engel teqez kir ku ev yek li ser herêmê gefeke mezin çêdike û ji bilî tevliheviyê wê ne-aramiyê bi xwe re bîne.
Eliot Engel daxuyand ku kirinên ku dewleta Tirk pêk tîne, derexlaqî, ne adil in û qanûnên mirovî yên navdewletî binpê dikin.
Senatorê Emerîkî da zanîn ku ew ê li dijî van kirinên Erdogan wek temaşevan nemînin û bang li Erdogan kir ku yekser bicihkirina koçberan rawestîne.