Li ber Konsolosxaneya Fransa ya li Hambûrgê çalakiya edaletê hat lidarxistin

Li ber Konsolosxaneya Fransa ya li bajarê Hambûrg a Almanyayê ji bo şehîdên Komkujiya Parîsê yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin şehîdxistin.

Di derbarê çalakiyê de Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê Zîlan Botan axivî.

Zîlan Botan anî ziman ku lêgerîna edaletê berdewam dike û wiha got:

“Divê dewleta Fransa di vî alî de gavan biavêje.

Heta ku hûn vê nekin, hûn şirîkê vî sûcîn e.”

Botan banga tevlêbûna meşa 6’ê Çileyê ya ku li Parîsê were lidarxistin kir.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kujer Tirkiye-Erdogan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Back to top button