Ji bo piştgiriya bi pêngava KJK’ê ya 22’ê Îlonê dabû destpêkirin, kongra Star pêngavek bi dirûşmeya “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin” da destpêkirin.
36 rêxistin, tevger, yekitî û saziyên jinan tevlî pêngavê bûn.
Kongra Star pêngavek bi dirûşmeya “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin” ragihand.
Kongra Star bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan bibîrxist û wiha got:
“Ev operasyonên dagirkirinê di warê rêxistinî û siyasî de êrîşa li dijî Tevgera Rizgariya Jin û rêxistinên girêdayî wê ne.
Ev şêwazên hovane nîşan didin ku dewleta Tirk ji rola ku jin ji bo pêşengtiya şoreşê û parastina destkeftiyan dilîze, ditirse.
Divê em der barê xeteriya dewleta Tirk de baldar bin, û rê li pêş sûc û gefên li dijî azadiya jin û destkeftiyên şoreşê dixwin, bigirin da ku şer û komkujî pêk neyên.”
Kongra Star balkişand li ser êrîşên dewleta Tirk li dijî pêkhateyên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî û diyar kir ku ev yek wê bobelateke mirovî ya nû li sûriyê pêk bîne.
Kongra Star îşaret bi bêdengiya navnetewî kir û ji wan xwest ku li gorî rêgez û qanûnên hiqûqî, mirovî û exlaqî tev bigerin û dewleta Tirk li ser sûcê wê darizînin.
Kongra Star ji bo sekna li hember êrîşên dewleta Tirk pêngavek da destpêkirin û wiha got:
“Em îro, rêxistin, tevger, yekitî û saziyên jinan vê pêngavê ji bo sekna li hember êrîşên dewleta Tirk yên qirkirin dest pê dikin, da ku dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê.
Bi yekitî û piştgiriya jinan wê hêza xurt bê avakirin û li hember tevahî hewldanên qirkirinê bisekin û dagirkeriyê têk bibin.”
Di dawiya daxuyaniyê de kongra Star bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan ên cîhanê kir ku piştgiriya şoreşa jinan bikin.
36 rêxistin, tevger, yekitî û saziyên jinan piştgiriya pêngavê kirin û tevlîbûn jî ev in:
Kongra Star
Meclisa Jinên Sûriyê
Yekîtiya Jinên Suryanî
Kordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser
Miclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê
Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Sûriya Demokratîk
Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demoqratîk
Yekîtiya Jinên Ciwan
Rêxistina Sara Tekoşîna Tundiya Ser Jin
Tora Rêveberên Aştiyê
Navenda Lîkolîn û Parastina Mafê jinan li Suriyê
Rêxistina Mafê Mirovan
Rêxistina İnsaf ya pêşveçûnî
Rêxistina Elyasmîn
Komperatîfa Sawoşka ya Jin
Rêxistina Aşna ya pêşveçûnî
Rêxistina Ferat ya Alîkarî û pêşveçûnî
Navenda Edil Ya Mafê Mirova
Komperatîfa Dicle ji bo Parastina Eykolojiya
Navenda Belsem Ya Fêkirina Tendrustî
Komperatîfa şemal ya mirovhezî ya Alîkarî û pêşveçûnî
Rêxistina cezîrê ya pêşveçûnî
Rêxistina Erd El Selam
Rêxistina kobanê ya Alîkarî û pêşveçûnî
Rêxistina hêvî ya Alîkarî û pêşveçûnî
Komperatîfa Soz ya Alîkarî û pêşveçûnî
Rêxistina Eta Elbaxoz ya pêşveçûnî
Rêxistina Sewaad ya pêşveçûnî Li Dêr El zor
Rêxistina Forma Du Ceman
Dan Ji Bo Alîkarî û pêşveçûnî
Rêxistina Terahum ya pêşveçûnî
Rêxistina Doz Ya Civaka Sivîl
Komperatîfa Sibe Xweşe ya Alîkarî û pêşveçûnî
Komperatîfa Maya
Komperatîfa Nûr Can Li Amudê