Li herêma Firatê komxebata ji bo azadiya Rêber Ocalan dest pê kir

Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” komxebatek li baxçeyê Ronîwar li dar xist.

Bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” Akademiya Civaka Demokratîk ya herêma Firatê komxebateke di derbarê azadiya Rêber Abdullah Ocalan de li baxçeyê Ronîwar li dar xist.

Di komxebatê de nêzî 130 mêvan ji rusipî, endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokatîk amade bûn.

Hevserokê Desteya Hundirîn ya herêma Firatê Bozan Xelîl di komxebatê de axivî û got:

“Bi têkoşîneke bêhempa û destkeftiyên me bi dest xistiye, me çeteyên DIAŞ’ê têk bir û sembola vê têkoşînê jî Kobanê bû.

Li beramberî vê têkoşînê dewletên navneteweyî mecbûr man ku pilanên xwe bidin guhertin.

Li ser fikir û felsefeya Rêberê Apo me pergala xwe ava kir û dest bi vê komxebatê kir.

Divê li hemberî vê rojê em têbikoşin û xwedî li Rêberê Mirovahiyê derkevin.”

Paşê Mamoste Îlham Misko perspektîfên li ser rastiya Rêber Abdullah Ocalan xwend.

Back to top button