Bi diruşma ′Avahkirina neteweya demokratîk azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger dike′ Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salê li dar xist û civîn bi pêşniyaran bi dawî bû.
Nûnerên meclis, komîte, sazî, partî, komîn û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî civînê bûn.
Hevserokê Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk-KPC-D′ê a Helebê Menan Cafer perspektîfên Rêber APO der barê rola saziyên demokratîk di xizmeta gelan de xwend.
Dûre endamê KPC-D′ê Şiyar Silêman rapora salê ya meclisê xwend.
Di raporê de xebatên 2023′yan ên komîte, meclis û saziyên girêdayî meclisê hatin şîrovekirin.
Endamê rêveber ê Komîteya Rûspiyan Bedran Hemo jî diyar kir ku divê girîngî ji komînan were dayîn.
Piştî axaftinan civîn bi girtina hin biryaran bi dawî bû, hin wan biryaran wihan ne:
“Rola komînan bi awayekî zêde were aktîfkirin.
Girîngiyê bidin xwendekarên ji zanîngehên Rêveberiya Xweser.
Komîteyên parastinê di tevahî saziyan de aktîf bin û endamên wê di parastina her du taxan de beşdar bin.”