3 Pêşengên Tevgera Jin: Pakîze, Sêvê û Fatma

Her sê pêşeng Pakîze, Sêvê û Fatme ku bi destê dewleta tirk a dagirker di 4’ê Çileya 2016’an de şehîd bûn, her yek ji wan xwedî peyameke têkoşînê bû ku digihandin jinan û civakê.
Endama Koordînasyona Kongra Star Nejbîr Mihemed diyar kir ku ewê li ser xeta şehîdan û ji bo pêkanîna armancên wan têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.

4’ê Çileyê 8’emîn salvegera şehadeta endama Desteya Rêveber a Konseya Jinên Azad-KJA û endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk-DBP Sêvê Demîr, hevseroka Meclisa Gel a Silopî Pakîze Nayir û endama KJA’yê ya Bakurê Kurdistanê Fatme Ûyar e.

Ew her sê pêşeng di encama êrişeke çekdarî ji aliyê dewleta tirk ve li navçeya Silopiyê ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê di 2016’an de şehîd bûbûn.

Di 8’emîn salvegera şehadeta wan de, endama Koordînasyona Kongra Star Nejbîr Mihemed axivî.

Nejbîr Mihemed: Em îro li Rojava rêya wan pêşengan dişopînin

Nejbîr Mihemed destnîşan kir ku her sê şehîdan roleke mezin di damezirandina Xwerêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê de lîstin û got:

“Wan rojekê jî serî li hember dijmin netewand û heta dawiyê têkoşiyan.

Têkoşîna tevgera jinan a Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama têkoşîna wan pêşengan e.

Em îro li Rojava rêya wan pêşengan dişopînin.

Em hewl didin destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xwe ya xweser biparêzin. ”

Nejbîr Mihemed dazanîn ku 3 jinên pêşeng li hemberî zextan çong danenîn.

Nejbîr Mihemed: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin

Nejbîr anî ziman ku jin di sedsala 21′ê de di tevahî alî û qadan de pêşeng e û wiha pê de çû:

“Weke tevgera jin em ji bo parastina destkeftiyên xwe kedeke mezin didin.

Em bi hêvî ne tevahî jin têkoşîna ku jinên li Rojava raber dikin pêk bînin.”

Di dawî de Nejbîr Mihemed teqez kir ku ewê li keda wan şehîdan xwedî derkevin.

Back to top button