Bi nêzîkbûna civîna Komîteya destûrî ya Sûrî re, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî teqez kir ew ê ji vê yekê nemînin û heya naskirinek rastîn bi wan neyê çêkirin, bi paş de venagerin.
Di civîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê de ji ber careke din hebûna kurdan înkar dikin û cîh nadin wan, rayedarên Kurd nerazîbûnên xwe nîşan didin.
Fermandar Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwtterê li dijî vê yekê helwest nîşan da.
Ebdî weha got, “Bêyî naskirineke rastîn û nûnertiyeke fermî di Cenevre û Komîteya Destûrî de, em venagerin.”
Ebdî her weha ji bo piştgiriya kurd û dostên wan yên li Ewrûpayê jî sipasî kir û weha dewam kir: ” Piştgiriya we cihê şanaziyê ye. Bi keda we, Bexwedana me bi ser dikeve û em li pêşiya hemû komployên ku hebûna me dikin hedef, disekinin.”
Tê payîn, di rojên pêş de civînek navbera Nûnerê taybet yê NY ji bo Sûriyê Gier Pedersen û Nûnerên welatên garantor li ser komîteya Destûrî û pêvajoya siyasî were lidarxistin.