Rapora NY: Îsraîlî li Şerîa li dijî niştecihên Filistînî sûcê şer dikin

Zextên Îsraîlê li hember Filistînê di rojeva civîna Konseya Mafê Mirovan a NY de hat nîqaşkirin. Raportorê Taybet ê NY yê Mafê Mirovan Link diyar kir ku tişta li rojavayê Şerîa pêk tê, sûcê şere û got:

Wextê rexnekirinê derbas bû. Ji dewletên cîhanê tê xwestin ku bi erka xwe rabin.

Aloziya 54 salî ya dagirkeriya Îsraîl ji Filestînê re dawî lê nayê.

Îsarîl di avakirina û mayînde kirina nîştecîgehên li welat de bi îsrare.

Li ser vê yekê di civîna Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li paytexta Swîsra Cinevê hat li darxistin de, gotobêj pêşketin.

Rapora NY: Armanc nehiştina avabûna dewletek Filistînî ye

Raportorê Taybet ê NY yê Mafê Mirovan Michael Link di axaftina xwe de îşaret bir ser nîştecîhgehên Îsraîl yên li Rojavayê Filistînê û bi sûcên şer bi nav kir û got:

Li gorî qanûnên Romayê yên sala 1998′ an ” dewleta dagirker nikare gelê xwe yê sivîl veguhezîna herêma ku dagirkiriyê “ev yek binpêkirina qanûnê û sûcê şer e.

Ji avakirina nîştecîhgehan du armancên Îsraîlê hene,” Yek jî ew e axa ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin, kontrola xwe lê mayînde bike. Armanca duyemîn jî ew e ku rê ne de dewleta Filistîn ya rasteqîn were avakirin.”

Michael Link diyar kir ku nêzî 300 nîştecîhgeh û 680 hezar nîtecîhên Îsraîlê li rojhilatê Qudis û rojvayê welat bi cîh bûne.

Link da xuyakirin ku gelek saziyên weke Konseya Ewlekariyê ya NY, Civata Giştî ya NY, Konseya Mafên Mirovan û Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, avakirina nîştecîhgehan ne qanûnî dibînin û got:

” Ev paradokseke trajîk e ku civaka navneteweyî ji vê yekê dudilî ye.

Tevî ku li gorî qanûnên navneteweyî niştecihbûnên Îsraîlê qedexe ne, lê qanûnên xwe ferz dike. ”

Di çarçoveya plana çalakiyê ya ku Raportorê Taybet ê NY yê Mafê Mirovan Michael Link amadekirî de, nivîsên weke piştevaniya lêpirsîna Serdozgerê ICC’yê ya li ser niştecihbûnê, li dijî rayedarên siyasî, leşkerî ketina nava tevgerê û desteka wan were qutkirin.

Piştevaniyên ku tê texmîn kirin di avakirina nîştecîhgan de xerc dibe jî, were qut kirin.

Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbuyî yê Mafê Mirovan di dawiya axaftina xwe de got:

Wextê rexnekirinê derbas bû.

Ji dewletên cîhanê tê xwestin ku bi erka xwe rabin.

Îsraîl ev yek boykot kir û di dema axaftina Michael Link de, tevlî rûniştina Konseya Mafên Mirovan a NY nebû û civîn boykut kir.

Back to top button