Qiralê Urdunê Ebdulahê 2. û Joe Biden li Koşka Spî civiyan

Qiralê Urdunê Ebdullahê Duyem serdana Amerîkayê kir û li Koşka Spî bi Joe Biden re civiya.

Qiral Ebdullah û Joe Biden doh, têkildarî pêwendiyên navbera Eman û Waşingtonê yên di serdema serokê berê yê DYA Donald Trump de sar bûyî axivîn.

Qiral Ebdullah ji ber alîkariya DYA ya piştevaniya welatî wî û taybet li ser mijara vîrûsa Corona spasiya Joe Biden kir.

Li ser pêwendiyên Urdun û Amerîkayê de jî Ebdullah wiha got:

“Em herdem weke du hevbeşên bihêz bi hev re xuya dikin.

Me, wek te jî got, gelek zehmetî li beşa xwe ya li cîhanê heye.

Wiha bawerim gelek ji me li beşa xwe li cîhanê amade ne, li şûna Amerîkayê wê erkê werbigirin.

Hûn herdem dikarin pişta xwe bi min û welatê min û hejmareke zêde ya hevkarên me girêbidin, ku em dikarin bi serkêşiya te gelek tiştan bikin.”

Back to top button