Salvegera damezirandina YPJ’ê bi çalakiyeke hunerî-wêjeyî hat pîrozkirin

Bi boneya salvegera 10ʹemîn a avabûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), saziyên civaka sivîl ên Qamişloyê çalakiyeke hunerî û wêjeyî li dar xist.

Bi boneya salvegera 10’an a damezirandina YPJ’ê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Hîlala Zêrîn a çanda jinan, Dîwana Wêjeyî û Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê çalakiyeke hunerî û wêjeyî li dar xist.

Çalakî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya navçeya Dêrikê hat lidarxistin.

Nûnerên jin ên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, partiyên siyasî yên kantona Qamişlo û şêniyên Dêrikê di çalakiyê de amade bûn.

Endama Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Firyal Çolî axivî û diyar kir ku YPJ’ê wêrekî û îradeya xwe di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de îsbat kir û edalet û azadî ji bo bi hezaran jinan pêk anî:

Piştre helbestvan Gulîstan Ehmed û Rûken Silo li ser berxwedana YPJʹê helbest xwendin.

Di çalakiyê de pêşangeha 50 wêneyên YPJ û Rêber Abdullah Ocalan hat vekirin.

Çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedana YPJ û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî ” bi dawî bû.

Back to top button