Li Şengalê bi boneya 4 Nîsanê Meclisa Jin a herêma Ereb semînerek li dar xist

Li gundê Hesawîk a herêma xelkê Ereb a li Şengalê jî, ji aliyê Meclisa Jin a Herêma Ereb ve bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Apo, semînerek hate lidarxistin 

Bi dehan jinên Ereb ên herêmê beşdarî semînerê bûn.

Semînerê bi deqeyek rêzgirtin ji bo ruhê şehîdan destpê kir.

Pişt re li ser naskirina fikir û ramanên Rêber Apo di nava civaka Ereb de, her wiha giringiya esasgirtina fikrê Neteweya Demokratîk ji bo pêkvejiyana gelên li herêmê, axaftin hatin kirin.

Jinên Ereb ên Şengalê banga xûrtkirina tekoşîna ji bo azadiya Rêber Apo kirin

Di semînerê de jinan yek bi yek nêrînên xwe li ser rojbûna Rêber Ocalan anîn ser ziman û gotin;

Jin ji bo azad bibe pêwîst e vî fikrî esas bigire û bang li hemû jinan hate kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin.

Back to top button