Li Başûrê Kurdistanê di nava du mehan de 4 jin hatin qetilkirin

Li Başûrê Kurdistanê ruxmê ku zagonên ji bo parastina mafên jinan hene jî tundîtûjiya mêr û qetilkirina jinan berdewam dike.
Tenê di nava Sibat û Adarê de 4 jin û zarokek hatin qetilkirin.
Ev her 4 kes weke ‘întihar’ ketin qeydan.

Li Başûrê Kurdistanê, ji ber hişmendiya paşverû her roja ku diçe tundî zêde dibe.

Zagon nayên bicihanîn û kujer nayên girtin.

Ruxmê ku zagonên ji bo parastina mafên jinan hene jî qetilkirina jinan berdewam dike.

Daneyên kuştina jinan di meha Sibat û Adarê de bi vî rengî ye..

Li Hewlêrê di 18’ê Sibatê de jina bi navê Shajwan Sabaha qetilkirin.

Shajwan Sabaha ji aliyê mêrê ku berê pê re zewicî bû ve bi çekê hat qetilkirin.

Jineke 28 salî jî ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hate qetilkirin.

Li Soran di 6’ê Adarê de zaroka 12 salî ya di êrîşa bi çek de bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Malbata zarokê îdia kir ku ‘întihar e’ lê bele hê encama lêpirsînê nehatiye aşkerakirin.

Li Kelarê jî jinek bi fetisandinê hat qetilkirin.

Der barê bûyerê de du mêrên gumanbar hatin girtin.

Li Kifrî di 10’ê Adarê de jinek bi çekê hat qetilkirin.

Back to top button