Pêngava çandina 50 hezar darî a ku Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a Tebqayê di Adarê destpêkiribû, didome.
Di vê çarçoveya de, Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Tebqayê ,160 dar çandin.
Dar li nêzî goristana şehîdan a li rojavayê Tebqayê hatin çandin.
Gelek malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdarî pêngava çandinê bûn.
Li rûbera 3 doniman, 160 darên curbecur hatin çandin.
Dema pêş, wê li bakurê Tebqayê jî 600 dar werin çandin.
Pêngava çandina daran wê heta dawiya salê dewam bike.