Şêniyên Qamişlo bi merasîmekê şehîd Baran Nisêbîn oxir kir

Duh di êrişek balafirên bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo, şervanê YPG’ê Baran Nisêbîn, Şehîd bû.
Îro Şêniyên Qamişlo li goristana şehîdan bi merasîmekê cenazeyên şehîd Baran oxir kirin.
Hevjîna şehîd Baran banga bilindkirina têkoşînê kir û soz da ku ew zarokên xwe li ser rêça şehîd bide meşandin.

Duh Balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Hîzam a Qamişlo li nêzî deriyê Nisêbînê yê sînor erebeyek bombebaran kir.

Di encamê de, şervanê Hêzên Parastina Gel YPG’ê Mihemed Sarî bi nasnav Baran Nisêbîn şehîd bû.

Bi beşdarbûna sedan ji şêniyên Qamişlo, li goristana şehîd Delîl Saroxan, ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Baran merasîmek hate lidarxistin.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şemsêxan Gulo sersaxî da malbata şehîd Baran û rola şehîd di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pîroz kir û wiha got:

“Şehîd Baran mînaka berxwedan, têkoşîn bû û ruhê welatparêziyê ji herêmên Rojava re anî û parastina şêniyan kir.

Her wiha Endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî axivî û ev tişt anî ziman:

“Şehîd Baran banga welatiyên Rojava bersivand û ji Bakurê Kurdistanê hat û şerê çeteyên Cebhet El Nusra heta çeteyên DAIŞ’ê kir.

Hevjîna şehîd Baran soza şopandina rêça wî da

Paşê, wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û diyarî malabatê hate kirin.

Bi navê malbatê, hevjîna şehîd, Yusra Yûsif axivî û soza domandina riya şehîd baran da.

Herî dawî cenazeyên Şehîd di bin slogan û tilîliyên dayîkan hate oxirkirin.

Merasîma sersaxiyê sibe li pêş mala şehîd a li taxa Xerbî ya Qamişlo were lidarxistin.

Back to top button