Meclisa Jinan a PYD’ê Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn

Bi boneya salvegera 11’an a Komkujiya 9’ê Çile ya Parîsê li Herêmê bi çalakiyên cuda hatin bi bîranîn û banga darizandina sûcdaran kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkûjiya 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê bi çalakiyan hate şermezakirin.

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan, bi boneya salvegera komkûjiyê semînerek da.

Endama Meclisê Ahîn Elî diyar kir ku têkoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez ji jinan re bûye mîrasek ku ew li ser têkoşîna xwe didomînin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Komkujiya Parîsê şermezar kir

Bi heman armancê, li Kobanê jî ji aliyê saziya malbatên şehîdan daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de banga darizandina sûcdaran hate kirin.

Ciwanên Kobanê: Em ê xeta şehîdên xwe bişopînin

Li aliyekî din jî Yekîtiya jinên ciwan ya bajarê kobanê bi çalakiyekê komkûjiya Parîsê bîranîn.

Li ser navê yekîtiya jinên ciwan Neda Şahîn diyar kir ku heta dawiyê emê xeta şehîdên xwe bişopînin.

Bîranîn bi sînevizyona derbarê komkujiyê de bi dawî bû.

Li Helebê şehîdên Komkujiya Parîsê hate bibîranîn

Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê jî semînerek hate li dar xistin.

Di simînerê de kesên ku axivîn şehîdên komkûjiya parîsê bi bîranîn û gotin :

“Şehîd Sakîne ji jinan re bi vîna xwe ya azad rêya azadiya xêz kir, ruxmî ku di girtîgehê desthilatên Tirk ew êşkence dikir.

Bi cesareta xwe bû pêşeng û îsbat kir ku şeref û rûmet ne di bedena jinê de ye, lê di axê de ye.”

KCK: Divê sibê her kes bi xurtî beşdarî meşa li Parîsê bibin

Back to top button