Bi boneya herdû komkujiyên li Parîsê bi hezaran kes daketin qadan

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan îro li paytexta Fransayê, Parîsê daketin qadan.
Di meşa ku bi armanca zelalkirina herdû komkujiyên li Parîsê hatiye li darxistin de bi hezaran kes amade bûn.
Çalakgeran di meşê de bang li dewleta Fransa kirin ku kujer û sûcdaran zelal bikin.

Li kolanên Parîsê careke din daxwaza edaletê hate kirin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên xwe ji bo hesabpirsîna komkujiyên li Parîsê daketin qadan.

Çakakgeran banga edaletê kirin û ji rêveberiya Fransa hate xwestin ku piştperdeya komkujiyê zelal bike.

9’ê Çileya 2013’an komkujiya yekem a li Parîsê pêk hat.

3 jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi destê îstîxbarata MÎT’a Tirk hatin kuştin.

Komkujiya din jî di 23’ê Kanûna 2022’an de pêk hat.

Ji jinên pêşeng a tevgera azadiya Kurdistanê Evîn Goyî û welatparêzên Kurd Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer şehîd bûn.

Çalakvan: Kujer dewleta Tirkiyê ye

Heta niha jî dewleta Fransayê, sûcdarên herdû komkujiyan jî zelal nekiriye.

Lê ji gelê Kurd re zelal bûye ku ev komkujî bi destê dewleta Tirk pêk hatine.

Lewma careke din bi hezaran kes li Parîsê daketin qadan û diyar kirin ku divê kujer ji bo tevahî cîhanê bê zelalkirin.

Her wiha di qada navnetewî de bê darizasndin.

Ji ber vê ji gelek welatên cuda yên Ewropayê gel berê xwe dan qada meşê.

Gelek Helbestvan, nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen û muzîkjen jî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de bi hezaran bi yek dengî banga edaletê kirin.

Meşa ku ji Gare du Nordê destpê kir li Qada Repûblîqueyê veguherî mîtîngê.

Komkujiyên li Parîsê li Danîmarkaryê hate protestokirin

Bi heman awayî li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî komkujiyên li Parîsê hat protestokirin.

Li wir jî bêdengiya Fransa û raya giştî ya navneteweyî hate şermezarkirin.

Meclisa Jinan a PYD’ê sakîne cansiz û hevalên wê bi bîr anîn

Back to top button