Zaroka Emara di roja jidayikbûan Rêber Ocalan temenê wê dibe salek

Hûn dizanin “Amara” çi ye, li ku ye û tê çi wateyê..?
Dibe gelek zanin weke dever, lê wateya wê ji bo Kurdan, xwedî pênaseyeke kûr e..
Ew cihê hatina Rêber Ocalan ji dinê re ye..
Îcar eger di roja 4 Nîsanê ango di rojbûna Rêber Ocalan de, keçek were dinyayê û navê wê Amara be, hûn dikarin çi pênaseyê bidênê..
Em dûr ne-bînin, ev bûyer, li Rojavayê Kurdistanê çêbûye..

Zaroka bi navê Emara Mihemed roja 4’ê Nîsanê jidayik dibe û navê wê li ser navê gundê Rêber Ocalan tê kirin, îsal temenê salekî derbas kir.

Helbet, ji ber dîroka jidayîkbûna wê û ya Rêber Ocalan di heman rojê de ne, malbatê xwest vî navî lê bike û bi riya wê hezkirina xwe ji Rêberê xwe re raber bike…

Li gorî malbatê, di dema nav lê kirin, xwestin navê Amara û Rêber Ocalan her û her zindî bimînin..

Back to top button