Li Efrînê malên welatiyên resen têne firotin

Bi armanca guhertina demografiya herêma Efrînê, firotina malên Efrîniyan, birîna daran û kolandina girên dîrokî dewam dike.

Kiryarên hovane yên ku armanc jê guhertina demografiya Efrînê ne dewam dikin.

Firotina malên Efrîniyan, desteserkirina mal û milkên wan, birîna daran û kolandina cihên dîrokî li Efrînê her didome.

Efrîn POST ragihand ku malbatên ji aliyê çeteyan ve li Efrîn hatine bicihkirin û malên Efrîniyên ku desteserkirine difroşin.

Kesekî ji Xotaya Şamê mala welatiyê bi navê Mihemed Elî yê ji xelkê Erenda ku mala wî li çerxereya Qeban dikeve bi 850 dolarî firot.

Çeteyekî din jî mala welatiyê bi navê Mihemed Dawud yê ji Bilbilê bi hezar û 400 dolarî firot çeteyekî Polîsên Leşkerî.

Kesê bi navê Mihemed Merûş yê bajaroka Rityan ya Helebê jî firoşgeha Mihemed Hemo li hember 800 dolarî firot kesekî ji Qelemonê.

Efrîn-Birîna daran ne bes bû, îcar şewitandina daristanên wê

Ne tenê ev.

Vê carê çeteyan li şûna birîna daran, agir bi daristanan dixin.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyan agir berda daristana gundê Merwaniyê ya Cindirêsê.

Torê da zanîn ku tîmê qaşo yê agirkujê ku bi zanebûn dereng hatin, bû sedema şewata beşek mezin ji daristanê.

Çeteyan Girê Hesen Nasir yê li Racoyê kolandin

Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker girê dîrokî Hesen Nasir ê li Racoyê kolandin e.

Tora Çalakvanên Efrînê da xuyakirin ku çeteyan gelek darên fêkiyan yên li ser gir jî di dema kolandinê de birîn.

Hêjayî gotinê ye çete piştî derxistina şûnewaran, wan derbasî Tirkiyê dikin.

Bi vê yekê re hêdî hêdî tiştek li ser navê dîroka Efrînê namîne, tevî evqas pinpêkirinan jî, yek aliyek navnetewî jî deng ji xwe nayn e.

Back to top button