Riyad Derar: Divê dewletên Ereban yekîtiya hêzên Sûrî ava bikin

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar tevgera dewletên Ereban a di dosyaya Sûriyê de erênî nirxand û bang li dewletên Ereban kir ku yekîiya hêzên Sûrî ava bikin û ji bo pêkanîna çareseriyeke siyasî tevgerên xwe bidomînin.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Riyad Derar têkildarî vegera Sûriyê li nava Komkara Erebî ji ANHA’yê re axivî.

Riyad Derar vegera Şamê li Komkara Erebî erênî nirxand û got:

“Em bi hêvî ne ku di vê çarçoveyê de çareseriyeke siyasî pêk were ku hêviyên gelê Sûriyê bi cih bîne, yekîtî û serxwebûna Sûriyê biparêze.

Riyad Derar bang li dewletên Ereban kir ku hêzên opozîsyona Sûrî vexwînin da ku yekîtiya xwe ava bikin û ev tişt got: “Ev yek dê ji bo serxistina rola Ereban bibe destek.

Hewildanên Ereban, bi taybetî helwesta Erebistana Siûdî, dikare ji bo çareseriyê bibe alîkar û ji bo pêşxistina diyalogên di navbera sûriyan de, bi taybetî di navbera hikumet û opozîsyonê de, bibe destek.

Divê ev rol li gorî hewldanên NY yên bi rêya biryarên Cinêvê yên têkildarî çarseriya siyasî, bi taybet biryara 2254’an a NY be.

Divê ev rol bibe dehfek ji bo pêkanîna guhertineke bingehîn, da ku sûrî bi xwe pergala xwe ya siyasî diyar bikin û bibe proseyeke hevgirtî bi beşdarbûna hemû aliyan û hemû deverên Sûriyê bigire nava xwe.

Riyad Derar: Divê zext û nameyên dîplomatîk dewam bikin

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar, aliyê neyînî yê asakirina têkiliyên Ereban bi hikumeta Şamê re jî nirxand û wiha got:

“Xuya ye ku normalîzekirina erebî dê destekê bide helwesta rejîmê ku di her pêvajoyeke diyalogan de li dijî aliyên din bi kar bîne.

Lê belê em dixwazin balê bikişînin ser vê yekê ku alîgiriya rejîmê nebe mijara berjewendiyên dewletan.

Ji ber ku rejîm hîs dike ku bi ser ketiye û dibe ku daxwazan bi cih neyne.

Ji ber vê yekê zext û domandina nameyên dîplomatîk pêwîst in da ku çareseriyeke rasteqîn pêk were û me ber bi ewlehiyê ve bibe.

Back to top button